English | عربی | کوردی  
 
 
2016-05-23 [12:04 PM]

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî ragihand ku operasyona bidestxistina bajarê Fellûceyê destpê kir û artêşa Iraqê bang li rûniştvanan kir ku bajêr beriya şer biterikînin.


Ebadî li ser Twitterê, zûyê sibeha Duşemê got: "Saeta sifir ji bo rizgarkirina Fellûceyê hat. Dema serfiraziya mezin nêzîk e û Daişê tu vebijêrk nîne ji bilî revê."

Fellûce, ku nêzî 300 hezar kes lê dijîn û dikeve 50 kîlomêtr rojavayê paytext Bexdayê, bajarekî li ser parêzgeha Enbarê ye û ji yekem meha 2014ê ve di destê DAIŞê de ye.

Di tweeteke din de Serokwezîrê Iraqê got "bi bereketa Allah û piştbestina me bi wî ve, em dest bi rizgarkirina Fellûceyê dikin. Û serfirazî tenê ji aliyê Allah tê."

Li gorî Reutersê, Ebadî diyar kiriye ku artêş, polîs, hêzên dijetîrorê, şervanên eşîrên sunne û milîsên şîe ku wekî Heşdî Şe'bî tên nasîn dê beşdarî operasyonê bin. Herwiha dê hevpeymaniya dijî-DAIŞê ya bi serkirdetiya Amerîkî jî dê piştgiriya asmanî bide.

Artêşê û milîsên Şîe ji par ve Fellûce dorpêç kiriye. Li gorî Cîgirê Encûmena Bajarê Fellûceyê Falih el-Essawî, li navenda bajêr 75 hezar sivîl mane û DAIŞ nahêle ew derkevin.





3307 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad