English | عربی | کوردی  
 
 
2016-05-21 [07:18 AM]

Hewlêr (ZNA) - Êrîşeke xwekujî li Parêzgeha Selahedînê ya Iraqê pêk hat û di encamê de 10 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.


Êrîş li bajarokê Duceylê ku 70 kîlometrî li bakurê paytext Bexdayê dûr e, pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê xwekujekî bi piştîneke bombeyî çûye nav bazarekî û xwe teqandiye.
 
Duceyl, bajarokekî Şîe ye û dora 100 hezar kes nifûsa wê heye.
 
Li Iraqê, bi taybet li Bexda û bajar û bajarokên bakurê wê, gelek êrîş, pirranî ji aliyê komên sunne weke DAIŞê ve, li dijî sivîlan têne kirin ku bi dehan kes di wan êrişan de de dibine qurbanî.





3268 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad