English | عربی | کوردی  
 
 
2016-05-19 [01:28 AM]

Hewlêr (ZNA) - Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî Malikî piştgîrî da rêkevtina navbera YNKê û Gorranê.


Serokê Îtîlafa Dewleta Yasa û Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî Malikî îro helwesta xwe derheqê rêkevtina siyasî ya navbera Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorranê aşkera kir.
 
Nûrî Malikî di nivîsekê de ku li ser hesaba wî ya di tora civakî ya Facebookê de hatiye belavkirin, derbarê rêkevtina nevbera YNK-Gorranê de got, ji hev nêzîkbûna vê dawiyê di navbera YNK û Gorranê de giring e bo derbaskirina dabşebûnên nav Herêma Kurdistanê.
 
Malikî herwiha da xuyakirin, ku ew rêkevtin dibe pêngavek be bo têgihîştina hevbeş ligel Bexdayê.
 
YNKê û Gorranê duh sêşemî 17ê Gulanê li mala Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê rêkevtinek bi hev re îmza kirin.
 
Rêkevtina navbera her du aliyan ji 25 made û 11 beşan pêk tê û ji aliyê Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl û Serokê Giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa ve hat îmzakirin.





3577 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad