English | عربی | کوردی  
 
 
2016-05-17 [03:19 AM]

Hewlêr (ZNA) - Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.


Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokomar Fuad Mehsûm, ku duh hatibû Hewlêrê, îro li Pîrmam bi Serok Barzanî re hevdîtin kir.
 
Li gorî malperê, Mehsûm û Barzanî li ser rewşa Iraqê û çawaniya çareserkirina alozî û arîşeyan gotûbêj kirin.
 
Hat gotin ku mijareke din a rojeva hevdîtina wan mezinan, şerê DAIŞê û serkeftinên Pêşmerge di wî şerî de bûye.
 
Li gorî nûçeyê, Serokomarê Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê têkestî li ser wê yekê kirine ku divê hikûmetên Kurdistan û Iraqê bi diyalogê nakokî û kêşeyên navbera xwe çareser bikin.
 





3307 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad