Hewlêr (ZNA) - Îro du teqîn li du cihên cuda yên paytextê Iraqê,Bexdayê pêk hatin û di encamê de bi kêmasî 25 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.
Yek ji teqînan bi otomobîleke bombeyî li bazareke gerlêrî li başûrê Bexdayê bû û ya dî li başûrê Bexdayê rûdabû.
Berpisrekî di ragihandina Cengê de bi navê Mihemed Elbeyadî got, xwekûj bi kemereke bombekirî li bazara Erbe't Alaf ya başûrê Bexdayê teqand.
Li gorî agahiyên dawî, bi kêmasî 25 kes hatine kuştin û 40 kes jî birîndar bûne. Hîn ti aliyî berpirsyariya xwe li ser bûyerê ranegihandiye.
3409 car hatiye dîtin |