English | عربی | کوردی  
 
 
2016-05-15 [01:03 AM]

Hewlêr (ZNA) - Berdevkê Fermandeyiya Operasyonên Bexdayê Seid Mein ragihand, hêzên ewlehiyê rê li çekdarên DAIŞê girtin ku kargeha gazê ya Tacî li nêzîkî Bexdayê girtin, ku bi 6 xwekujan êrişî ser kir.


Rêxistina DAIŞê bi komek çekdarên xwekuj êrişî kargeheke gaza sirûştî ya Tacî li nêzîkî paytexta Iraqê-Bexdayê kir.
 
Berdevkê fermandehiya operasyonên Bexdayê ya artêşa Iraqê, Seid Mein ragihand, îro (15ê Gulanê) danê sibê çekdarên DAIŞê êrişî kargeha gazê ya Tacî li bakûrê Bexdayê kirin lê êrişa wan hat şikandin û kargeh hat kontrolkirin.


Seid Mein da zanîn ku çekdarên DAIŞê destpêkê bi otomobîleke bombekirî êrişî kargehê kirin paşê 6 çekdarên DAIŞê bi kemberên bombekirî derbasî nav kargehê bûn lê hemû ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin kuştin.
 
Li gorî agahiyên wî rayedarê artêşa Iraqê, kargeh bi tevahî ji aliyê artêşa Iraqê ve hat kontrolkirin lê sê depoyên kargehê şewitîn.
 
Hat gotin ku di wî şerî de 24 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
 





3316 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad