Hewlêr (ZNA) - DAIŞ êrişî cihekê alîgirên tîma fotbolê ya Real Madrid a Spanî li Iraqê kir.
Li gor nûçeya Mirror, komeke çekdarên DAIŞê duh şev bi çekên otomatîk li Iraqê, êrişî qehwexaneyeke alîgir û hezkiriyên tîma fotbolê ya Real Madrid a Spanî kirin
Di encama êrişê de 14 kes hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn.
Derbarê bûyerê de Berpirsê Koma Alîgirên Real Madridê Ziyad Subhan daxuyaniyek da û têde ragihand, ku komeke çekdarên DAIŞê hatin kafeyê û bi çekên AK-47 xelkên di nav kafeyê de dane ber gulleyan.
Ziyad Suhban herwiha got, ku çekdarên DAIŞê hez ji forbolê nakin û fotbolê li hemberî ola Îslamê dibînin.
3370 car hatiye dîtin |
|