English | عربی | کوردی  
 
 
2016-05-04 [10:44 AM]

Hewlêr (ZNA) - Operasyona kontrolkirina Felûceyê ji aliyê hêzên Iraqê ve roja sêşemiyê dest pê kir û di roja yekem a operasyonê de rêya navbera Amiriyeya Felûce-Rûmadî û d u deverên din ji aliyê hêzên Iraqê ve hat kontrolkirin.


Îro sêşemî 3ê Gulanê operasyona kontrolkirina başûrê Felûceyê dest pê kir. Operasyon bi beşdariya hêzên Artêşa Iraqê û çekdarên eşîretên Sunnî û bi piştevaniya balafirên şerî yên hevpeymanan û balafirên Iraqî li devera Amiriye ku 18 km li başûrê bajarê Felûceyê ve dûr e, dest pê kir.
 
Cîgirê Parêzgarê Enbarê Mistefa Ehmed Hesen derbarê operasyonên de ji Rûdawê re ragihand: “Di vê operasyonên de heya niha rêya navbera Amiriye ya Felûce û Rûmadî hatiye kontrolkirin, û herwiha deverên Elbo Yûsif û Fihêlat ku dikevin ser vê rêyê jî hatin kontrolkirin. Pêşveçûna hêzên Iraqê hêj berdewam e.”
 
Mistefa Ehmed Ersan herwiha got, operasyona îro pêngavek giring e bo dûrxistina metirsiya DAIŞê bo ser Amiriye ya Felûceyê û amadekirina zemîneke baş bo girtina bajarê Felûceyê û derxistina wî bajarê ji destê çekdarên DAIŞê.
 
Ersan tekez kir, hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi dirêjahiya 25 km û bi kûrahiya 5 km ber bi pêş ve çûne. Di vê operasyonên de hêzên artêşê, polîs û çekdarên eşîretan, balafirên hevpeymanan û herwiha baalfirên Hêza Esmaniya Iraqê beşdar in.

 

 

Rûdaw





3247 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad