English | عربی | کوردی  
 
 
2016-05-02 [08:24 AM]

Hewlêr (ZNA) - Serokomarê Iraqê Fuad Mehûsm piştî aloziyên li paytextê wî welatî bajarê Bexdayê vedigere Başûrê Kurdistanê.


Piştî aloziyên li paytextê Iraqê bajarê Bexdayê û derbasbûna xwepêşanderan bo nav taxa Kesk a Bexdayê û ketina xwepêşanderan bo nav avahiya palramentoyê, Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm ku Kurd e û ji pişka Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ev kursî wergirtiye, vedigere Başûrê Kurdistanê.
 
Şêwirmendê Serokomarê Iraqê Dr. Ebdullah Eliyaweyî di daxuyaniyekê de ragihand: “Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm di van demên nêzîk de vedigere Herêma Kurdistanê.”
 
Ebdullah Eliyaweyî got: “Lê belê heya niha roja vegera Fuad Mehsûm nehatiye diyarkirin.”
 
Eliyaweyî herwiha da xuyakirin: “Serokomar dê li Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û aliyên din ên siyasî li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraq û herwiha pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de bicive.”
 
Şêwirmendê Serokomarê Iraqê destnîşan kir: “Egera wê çendê jî heye ku Serokomar di civîna hevbeş a aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de beşdar be.





3367 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad