English | عربی | کوردی  
 
 
2016-04-30 [11:46 AM]

Hewlêr (ZNA) - Çend parlamenterên Kurd ên parlamentoya Iraqê ku piştî derbasbûna xwepêşanderan bo nav avahiya parlamentoyê asê bibûn, hatin rizgarkirin.


Îro piştî xwepêşanderên nerazî yên alîgirên Sedir rêbendên ewlehiyê yên taxa Kesk a bajarê Bexdayê derbas kirin û êrişî parlamentoyê kirin û çûne nav avahiya parlamentoyê, çend parlamenter di avahiyê de asê man ku çend kes ji wan Kurd bûn.


Seroka Fraksyona Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Ala Talebanî ragihand, ew û 5 parlamenterên din ên Kurd ku piştî derbasbûna xwepêşanderan bo nav parlamentoyê asê mabûn, hatine rizgarkirin.


Ala Talebanî li ser hesaba xwe ya Facebookê got: Spas ji xemxoriya we re. Ez û hevlaên bi min re, em ji wê dorpêça xwepêşanderan rizgar bûn.





3196 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad