English | عربی | کوردی  
 
 
2016-04-30 [11:32 AM]

Hewlêr (ZNA) - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî peyamek arasteyî xwepêşanderên Bexda kir û behsa rewşa ewlekariya paytexta Iraqê Bexda kir. Ebdî daxwaz ji xwepêşanderan kir, li cihên fermî destnîşankirî xwepêşandanê bikin û got, Bexda di bin kontrolê de ye.


Heyder Ebadî di peyamekê de amaje bi wê yekê kirk u Bexda di jêr kontirolê de ye, daxwaz ji xwepêşanderan jî kirk u xwepêşandanên xwe li cihê ku mulet pê hatiye dan pêkbînin.

 

Herwihda di peyamam xwe de dibêje: “Ez daxwazê ji we dikim ku hûn dam û dezgehên hikûmetê biparêzin, jiber ew samanê hemû xelkê Iraqê ne, bi hêvîme hûn bi aramî xwepêşnaderên xwe bikin.”

 

Ev yek di demekê de ye ku zaniyariyên navçeyan kesik li Bexda behsa wê yekê dikin ku, Ebadî bi firokeyekê Bexda bi cih hiştiye û hemû dêkomêntên girîng ligel xwe birye.

 

Xwepêşanderên Bexda îro derbasî avahiya Parlemen û Encûmena Wezîran bûn, rewşa awarte jî li bexda hate ragehandin û hemû nivîsgehên Neteweyên Yekbûyî jî deriyê xwe daxistin.

 





3379 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad