English | عربی | کوردی  
 
 
2016-04-30 [11:19 AM]

Hewlêr (ZNA) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê îro teqînek çêbû û di encamê de çend kes şehîd û birîndar bûn.


Li bajarê Qamişlo li herêmaCzirîrê ya Rojavayê Kurdistanê îro şemî 30 Nîsanê danê sibê saet 08.45 li durêyana Xelîç-Hîzamê teqînek qewimî.


Derbarê teqînê de Asayişa Rojavayê Kurdistanê ragihand, ku ev teqîna vê sibehê li Qamşillo çêbûye, êrişeke xwekujî bûye.


Li gor zanyariyan, kesê xwekuj xaleke kontrolê ya hêzên Asayişê kiriye armanc û li gor agahiyan 5 endamên Asayişa Qamişlo şehîd bûne û hejmareke din ku xelkê sivîl jî di nav de ne, birîndar bûne.

 

Her li gor agahiyan ew kesê xwekuj ji taxa Tey derbasî nav kolana Xelîçê bûye, û nan di destê wî de bûye û di destpêkê de silav li endamên asayişê kiriye û piştre li cem wan xwe teqandiye.

 

Piştî wê teqînê hêzên Asayişê derdora cihê bûyerê dorpêç kirin û dest bi lêgerîn û lêprisînê kirin.


Herwiha tevahiya brîndaran bo nexweşxaneya Şehîd Xebat a Qamşillo hatin veguhastin.

Hêzên Asayîşê derdora cihê êrîşê girtin û dest bi lêkolînê kirin.
 





3172 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad