Hewlêr (ZNA) - Xepêşanderên nerazî yên alîgirê Muqteda Sedir îro çûna nav taxa Kesk a Bexdayê û piştre derbasî nav avahiya parlamentoya Iraqê bûn û dest bi ser de girtin.
Xwepêşanderên alîgirên Serokê Tevgera Sedir,Muqteda Sedir îro şemiyê 30 Nîsanê rêbend û dîwarên ewlehiyê yên taxa Kesk a bajarê Bexdayê derbas kirin û derbasî nav avahiya parlamentoya Iraqê bûn û avahî dagîr kirin.
Piştî ku Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedirn îro di daxuyaniyeke çapemendiyê de ragihandibû yan em ê hikûmetê birûxînin an jî ew dê refroman pêk bînin, alîgirên wî derketin xwepêşandanan û ketin nav avahiya parlementoyê Iraqê.
Muqteda Sedir di daxuyaniya xwe ya îro de dijitiya xwe ki hember parvekirina kursiyên li ser bingeha tayfî û hzibayetî nîşan da û daxuakirin ku ew ti caran beşdariyê di hikûmetekê de nakin ku li ser wê bingehê hatibe damezrandin.
Piştî gotinên Sedir, xwepêşanderên li Bexdayê derbasî nav avahiya parlamentoya Iraqê bûn û dagîr kirin.
Dema ku xwepêşander derbasî nav parlamentoyê bûn, hinek ji wan êrişî hinek parlamenterên di nav avahiyê de kirin. Parlamenterên ku ratsî êrişan hatin û çend parlamenterên Kurd jî di nav de bûn, ji aliyê Hêzên Pêşmerge yên ku erkê parastina parlamentoyê girtibûn stuyê xwe, hatin parastin û heya çend demjimêran di dorpêç û bin gefa xwepêşanderan de man.
Piştî muzakereyên bi xwepêşanderan û çend parlamenterên Fraksyona Ehrar a ser bi Tevgera Sedir ve,parlamenterên dorpêçkirî hatin rizgarkirin.
Ji aliyekê din ve piştî şend demjimêran ku xwepêşander ketin nav avahiya parlamentoyê, Komîteya Bilind a Serpireştîkirina Xwepêşandanên Tevgera Sedir daxwaz ji xwepêşanderan kir parlamentoyê vala bikin.
3250 car hatiye dîtin |