English | عربی | کوردی  
 
 
2016-04-30 [09:49 AM]

Hewlêr (ZNA) - Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê otomobîleke bombekirî teqiya û di encamê de 24 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 38 kesan jî birîndar bûn.


Polîsê bajarokê Nehrewanê li rojhilatê bajarê Bxdayê ragihand, otomobîleke bombekirî li nav bazara ajelan a bajarokê Nehrewanê de teqiya. Polîs ragihand, otomobîl bi rêya kesekî xwekuj ve hat teqandin.

Li gor daxuyaniya polîs, di encama teqînê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 38 kes jî birîndar bûne.


Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên derdorê.


Hevdem Rêxistina Terorîstî ya DAIŞê di ajansa Aamaq a vê rêxistinê de berpirsatiya teqîna îro li Nehrewanê li rojhilatê Bexdayê qebûl kir.


Teqîna vê otomobîla bombekirî di demekê de ye,ku îro rewşa bajarê Bexdayê aloz e û xwepêşanderên alîgirê Serokê Tevgera Sedir,Muqteda Sedir derbasî nav avahiya parlamentoya Iraqê bûn û avahî dagîr kirin.
 





3373 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad