English | عربی | کوردی  
 
 
2016-04-24 [11:11 AM]

Hewlêr (ZNA) - Du teqînên li başûr û bakûrê bajarê Bexdaya paytexta Iraqê pêkhatin, bûne sedema kuştin û birîndabuna zêdetir ji 50 kesan.


Li gor nûçeya medyaya Iraqê, bombeya ku li bajarokê Hît hatibû danîn ku dikeve parêzgeha Enbarê, teqiya û ji ber vê jî Fermandeyê Leşkera 7 a Artêşa Iraqê Nesir Xezban hatiye kuştin.
 
Êvara roja şemiyê 23.04.2016 teqînek li binkeyeke hêzên ewlehiyê li taxa Huseyniyê ku li bakûrê bajarê Bexdayê ye, pêkhat û bû sedem ku 9 kes jiyana xwe ji dest bidin û 28 kes jî birîndar bibin.
 
Di heman demê de li gel vê teqînê, teqînek din jî di karwanê leşkerî ya Artêşa Iraqê de li navçeya Ereb Cibûr ku dikeve başûrê Bexdayê pêkhat û bû sedema kuştina 3 kesan û birîndarbûna 11 kesan.
 
 





3406 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad