English | عربی | کوردی  
 
 
2016-04-17 [01:15 AM]

Hewlêr (ZNA) – Serokê fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê di Parlamentoya Iraqê de Xesro Goran ragihand, nabe ku proseya siyasî li Iraqê bi vî awayê niha berdewam be û tekezî li ser yekrêziya Kurdan di nav Parlamentoya Iraqê de jî kir.


Di konfranseke rojnamevanî de Serokê Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Xesro Goran derbarê arîşeyên çend rojên borî yên Parlamentoya Iraqê û proseya siyasî ya Iraqê de ragihand: Nabe ku proseya siyasî ya Iraqê bi vî awayê niha birêve biçe. Proseya siyasî li Iraqê gef li ser hene û em li dijî terorê di şer de ne. 

Xesro Goran got: Bo vê qonaxê jî yekrêziya fraksyonên nav parlamentoyê giring e. Her ji ber wê yekê jî hewla me bo wê yekê ye, ku ew yekrêzî çê bibe û bi awayeke yekgirtî  em hemû alî biçin nav parlamentoyê.

Xesro Goran da xuyakirin: Her guhertinek di parlamentoyê de bê kirin, gerek bi yekgirtîbûn û yekrêziyê were kirin, nek bi şêweyên din ku dûr in ji yasa û rewatî û destûra Iraqê ku me hemûyan qebûl e. Bo pirsa reforman jî em ligel reformê ne, daku Iraq ber bi rewşek baştir biçe.

Ew yek di demekê de ye ku roja 12ê Nîsan a îsal ve hejmarek ji parlamenteran wek nîşandana nerazîbûna xwe li hember pêkhateya kabîneya hikûmeta Iraqê û pêngavên jibo reformên di nav avahiya parlamentoyê de dest bi girevê kirine.

Parlamenterên girevgirtî di dawî helwesta xwe daxwaz kirin ku wek pêngava yekem Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî dest ji kar berde û desteya serokatiya nû were hilbijartin.





3406 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad